Şîret ji bo danûstandina durist û bi buhayê baş
- Her car lîsteya bazarê çêkin.
- Tenê tiştên ji we re pêwîst bikirin.
- Ji bo temamkirina xwarinan bermahiyan bi kar bînin.
- Birçî neçin bazarê!
- Baldar bin: Erebokên mezin we han didin ku hûn zêdetirî pêwîstiyên xwe bikirin.
- Tiştên ne komî bi hev re bikirin.
- Xurekên teze û kartênebûyî bikirin.
- Xurekên kartênebûyî yan jî kêmkartêbûyî yên ji markayên nebuha dikarin bibin alternatîvên baş.
- Xwe ji xurekên buha, bi taybetî yên armanca wan zarok in dûr bigirin.
- Xurekan li ciyên bo wan bi taybetî hatine diyarkirin hilînin.
- Xurekên hêjayî buhayê xwe bi piranî di refikên jorê de ne. Berhemên buhatir di refikên li asta çavî de ne.
- Li pakêtê binêrin: buhayê wê yê kîloyekê, 100 gr. yan lîtreyekê li ser dinivîse.
- Pakêtên vekirî bigirin yan jî di nav qûtîkekê de (ne ji alumînyumê) hilînin.
Agahiyên zêdetir:
Hilanîna xurekan
www.gggessen.ch
Danûstandin û Xurek
www.sge-ssn.ch
Pirsên têkildarî kiriyaran www.konsumentenschutz.ch
www.konsumentenschutz.ch
Budçe
www.budgetberatung.ch
www.caritas-schuldenberatung.ch
www.skos.ch
Danberhevên buhayan
www.comparis.ch
www.preisvergleich.ch
www.toppreise.ch
www.heschnocash.ch
Erzaniya tenduristiyê
www.gesundheitsfoerderung.ch
Agahiyên tenduristiyê bi çend zimanan
www.migesplus.ch
PDF
Ev rûpel bi piştgiriya teknîkî û aborî ya Gesundheitsförderung Schweiz, Stiftung für Konsumentenschutz, Femmes-Tische Schweiz û www.migesplus.ch hatiye berhevanîn – agahiyên tenduristiyê.
Bern/Zürich 2019